Amerîka û Tirkiyê rewşa Minbicê û Herêma Aram li Sûriyê hilkolandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301866-amerîka_û_tirkiyê_rewşa_minbicê_û_herêma_aram_li_sûriyê_hilkolandin
Desteyeke leşkerî ya Amerîkayê li Tirkiyê li ser pirsên weke Minbic û rojhilatê Firatê û herwiha damezirandina Herêma Aram, bi rayedarên Tirkiyê re di gotûbêj û danûstandinê de ye.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Adar 01, 2019 07:49 Asia/Tehran
  • Amerîka û Tirkiyê rewşa Minbicê û Herêma Aram li Sûriyê hilkolandin

Desteyeke leşkerî ya Amerîkayê li Tirkiyê li ser pirsên weke Minbic û rojhilatê Firatê û herwiha damezirandina Herêma Aram, bi rayedarên Tirkiyê re di gotûbêj û danûstandinê de ye.

Di destpêka meha Sibatê de, komîsyoneke leşkerî ya hevbeş di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de hatibû pêkanîn û ew komsyona yekem car di 6`ê Sibata îsal de li Waşingtonê civiyabû. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çavuşoglu ji bo ku beşdarî wê civînê bibe, serdana Amerîkayê kiribû.

Civîna duyem a komîsyona leşkerî ya hevbeş di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de, duh li Enqerê hat sazkirin û yê îro jî bidome.

Beriya destpêkirina civîna duyem, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşogl rexne li Amerîkayê girt.

Damezirandina herêma aram li nav axa Sûriyê û hûrgiliyên wê, mijareke sereke ya civîna duyem a komîsyona leşkerî ya hevbeş di navbera Tirkiyê û Amerîkayê de ye.

Li gorî agahîyan di civîna roja Pênşemiyê ya komîsyona leşkerî ya hevbeş a Amerîka û Tirkiyê de, herî zêde li ser pirsa Minbicê axivtin hatine kirin.

Tirkiye ji biryara Amerîka ya hiştina beşeke hêzên xwe li rojhlatê Firatê nerazî ye. Enqere dibêje, gumana wan heye ku Amerîka çekên xwe ji hêzên Kurd bistîne.