HDP`ê li Diyarbekirê rapora derbarê qeyûman de radigihîne
2 sal di ser erkdarkirina qeyûman li 102 şaredariyên DBP’ê re derbas bûn û Rêveberiya Navendî ya HDP’ê, îro li Diyarbekirê rapora di derbarê qeyûman de aşkera kir.
Rapor îro dê bi beşdariya Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, Endamên Lijneya Bilind a Meclisa HDP’ê, Namzedên Hevserokatiya Şaredariyan û Partiyên Kurd ên ku bi HDP’ê re tifaq kirine, yê bê aşkerakirin.
Bi nêzîkbûna Hilbijartinên Rêveberiya Herêmî HDP xebatên xwe bi lez dike. Îro jî dê bi Rayedarên navendî re ji bo raya giştî rapora qeyûman were aşkerakirin. Erekdarkirina qeyûman di Mijdara 2016’an de dest pê kiribû; ji 106 şaredariyên ku di destên Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê de bûn; ji bo 102 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin, 4 şaredariyên mayî jî di bin venêrîna qeymeqamiyên wan navçeyan de tên rêvebirin.