Tirkîye- Dadgehê 18 meh cezaya zîndanê ji Yûksekdagê re kivş kir
Hevseroka berê ya Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yûksekdag bi tawana bêrêzîya li Serokomarê Tirkîyê cezaya 18 mehên zîndanê jê re hat kivşkirinê.
Li gorî rapora Rojnama Cumhuriyetê, Çiqa 13`ê ya Dadgeha Cezayê ya Dîyarbekrê dosîyeke Hevseroka berê ya HDP`ê Fîgen Yûksekdagê bi mijara ``bêrêzîya li Serokomarê welêt`` di civînekê de hilkoland û têkildarî vê dosîyê 18 meh cezaya zîndanê dayê.
Serdar Çelebî Parêzerê Yûksekdagê amajeyî wî hikmî kir ûgot: Me têkildarî vê dosîyê daxwaz kir ku divê muwekilê min li dadgehê berevanîya xwe bike lê dadgehê ev daxwaza me qebûl nekir. Di rastîyê da dadgehê gotinên Yûksekdagê yên li Çiqa 23`yê ya Dadgeha Cezayê ya Enqerê kirin belge û bingeh û hikim da. Eva di halekî da ye ku xweparastina Yûksekdagê li wê dadgehê jî netevav mabûn û tevav nebibûn.
Hevseroka berê ya HDP`ê Fîgen Yûksekdagê dema serokatîya xwe li vê partîyê gotibû ku rabhorîya sîyasî ya Erdogîn tijî şik û guman e. Ev gotina wekî bêrêzîya li Serokomarê Tirkîyê hatîye zanînê û dadgehê salek û 6 meh cezaya zîndanê jê re kivş kir.