Erdogan li pişt derîyên girêdayî bi serokhozên Kurd re civîya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301838-erdogan_li_pişt_derîyên_girêdayî_bi_serokhozên_kurd_re_civîya
Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan pişt derîyên girêdayî û bêyî amadebûna nûçegîhanan bi serokeşîrên Kurd re li qesra serokomarîyê hevdîtin pêk anî, hevdîtina ku 2 siet û 20 xulek bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 28, 2019 12:08 Asia/Tehran
  • Erdogan li pişt derîyên girêdayî bi serokhozên Kurd re civîya

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan pişt derîyên girêdayî û bêyî amadebûna nûçegîhanan bi serokeşîrên Kurd re li qesra serokomarîyê hevdîtin pêk anî, hevdîtina ku 2 siet û 20 xulek bûye.

Li gorî rapora Rojnama Haber Turkê, Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan pişt derîyên girêdayî û bêyî amadebûna nûçegîhanan bi serokeşîrên Kurd re li qesra serokomarîyê civîya. Li gorî lêzanînan, hevdîtin 2 siet û 20 xulekan berdewam bûye.

Erdogîn di pişkeke axavtina xwe da got: Heke em tûşî zelîn û işkestê bibin, kesên ku ji bo me berdin canê hev her roj lîstikekê bi rê dixin yê cejn û şayîyê bi rê bixin. Heke em pêrgî berbendê bibin û lingê me bizele, hemî dijminên Islamê ji Ewrûpayê heta Ewrûpayê yê ji qeyd  ûbendên xwe rizgar bibin.

Serokomarê Tirkîyê di dewama gotinên xwe da ragihand: Me ew lîstika ku li Misrê û hemî bakura Afrîqayê bû dît û em li dijî wê derketin. Me ew lîstika ku li Iraqê hat darêştinê dît û em bi awayekî teqil li hemberî wê sekinîn. Me lîstika li Sûrîyê jî dît û bi ketina nav vî welatî me rê guhert. Li rojhilata Deryaya Sipî, Deryaya Reş û welatên Balkanê jî em bi lîstikan nehatin xapandin.