Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ji dijwarkirina zextên ser Îranê rexne girt
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ji zêdekirina boykotan û dijwarkirina zextên ser Komara Islamî ya Îranê da rexne girt.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu di konfiransa Dîplomasîya Mirovdostane û Pêşesazîyê li Enqerê pêgirî kir ku Enqere di şert û mercên dijwar de li rex Têhranê ye, got: Sîyasetên yekalî û zorbêjane nagihêjine encamê û Îran yê bi palpiştîya şîyanên navxweyî û alîkarîya welatên dost û cînar bi awayekî serfiraz ji wan zextana derbas bibe.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê herwiha bi gotina vê yekê ku li cîhanê bilî hevkêşeyên niha, nakokîyên mêjûyî jî hene, dîyar kir: Hêzên navnetewî di çareserkirina wan nakokîyana da tûşî şaşitîyê bûne.
Mewlûd Çavûşoglu herwiha amajeyî hevkarîya erênî ya Îran, Rûsîye û Tirkîyê di mesleya Sûrîyê de kir û ew wekî hevkarîyeke serketî di qada navnetewî di warê têkoşîna dijî têrorîsmê û dabînkirina ewlehîyê de bi nav kir.