Li Tirkiyê 2 partiyên din têne damezrandin
Serokê Desteya Rêvebir a Şirketa Rawêjkarî û Lêkolînê (MAK) ya Tirkiyê, Mehmedelî Kulat, îdîia kir ku li Tirkiyê ne partiyek, yê du partiyên din bêne damezrandin.
Serokê Desteya Rêvebira MAK`ê, Mehmedelî Kulat di derbarê vê babetê de li rûpela xwe ya Twitterê amajeyî angaştên balkêş kir.
Kulat got: “Ne yek partî, wê 2 partiyên din ên cuda bêne damezrandin. Serokê yek ji wan partiyan Ali Babacan e ku Abdulllah Gul (Serokomarê berê yê Tirkiyê) piştgiriya wî dike. Di hindurê vê partiyê de gellek kesayetên ku berê di nav AKP`ê de kar kirine û yên ku niha jî kar dikin, hene. Bername, teşkîlat, navenda giştî û heta logoya vê partiyê jî diyar e. Partiya din jî ew partî ye ku ji alî Ahmet Davutoglu (Serokwezîrê berê yê Tirkiyê) ve tê damezrandin.”
Mehmedelî Kulat ragihandiye ku xebatên herdu partiyan ji hev cuda dimeşin, lê carinan di navbera wan de hemahengî çêdibe û bi hev re dişêwirin.
Serokê Desteya Rêvebir a MAK`ê herwiha anî zimîn ku ew kadroyên resen ên herdu partiyan jî baş dinase û got: “Bêguman ev kadro fermî nebûne û dê pir biguherin. Lêbelê hin karsaz hene ku piştgirîyê didine yek ji wan partiyan. Hin dezgehên stratejî jî piştgirîyê didine ya din. Ev partî, tenê ji kesên AKP`yî pêk nayên. Ligel kesayetên ku niha di partiyên din de xwedî erkên bilind in jî pêwendiyên wan hene. Herwiha bi siyasetvanên ku niha li derveyî siyasetê ne, bi nûnerên dezgehên sivîl û bi karsazan re jî pêwendiyên wan hene.”