Yekîtiya Ewropayê deriyên xwe ser Tirkiyê da girêdide
Hefteya borî Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoya Ewropayê pêşniyaza rawestandina prosesa endamtiya Tirkiyê li Yekîtiya Ewropayê pejirand. Her çiqas hikûmeta Tirkiyê rexneyên giran li Ewropayê bigire û wê biryarê bêbingeh bizane jî, bi nêrîna pisporan ev biryar helwêsta Yekîtiya Ewropayê ya li dijî prosesa endamatiya Tirkiyê li wê Yekitîyê ye.
Hefteya borî li Parlamentoya Ewropayê pêşnûmeya derbarê rawestandina prosesa endamtiya Tirkiyê li Yekîtiya Ewropayê ji aliyê Komîsyona Derve ve hate pejirandin. Di nava pêşnûmeya ku ji aliyê raportora Parlimana Ewrûpayê ya taybetî Tirkiyê Ketî Pîrî ve hatiye amadekirin û pejirandin de biryarên standart ên Konseya Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi bîra Tirkiyê hatine xistin. Di heman demê de lawaziya demokrasiyê, mafên mirovan, serdestiya hiqûqê û paşdeçûna di warên mafên bingehîn de wek sedema ragihandina vê biryarê hatiye destnîşankirin.
Hikûmeta Tirkiyê jî raportê bêbingeh dibîne û rexneyên giran li Ewropayê digire. Serokê Komîsyona Parlamentoya Têkel a YE İsmail Emrah Karayel di vî warî da ragihand, wan nikarî mudaxaleyî raportê bikin, lê bi parlamenterên Ewropî re dikevin dîyalogê digel wezareta derve û hewl didin vê helwest û serederîya nebaş a li dij Tirkiyê berwajî bikin.
İsmail Emrah Karayel herwiha got: "Rexneyên di raporta Parlamentoya Ewropayê de bêbingeh in. Welatên ku rewşa wan ji a Tirkiyê xiraptir in di nava Yekîtiyê de hene. Lê Ewropa ketiya bin destê desthilata rexgirên Rastgir. Gelek îfadeyên di raportê de kevn in û ne teze ne. Em wek Tirkiye naxwazin bibin muxatabên raportên bi vî rengî. Em dixwazin pêywendiya me bi YE`yê re baş be. Mixabin egera wê yekê heye ku ev rapor li Konseya Ewropayê jî bibe mijara nîqaşê. Ji me re dibêjin di qanûnên muhakimekirinê û azadiya ramanan de reforman bikin, Tirkiye di vî warî de berpirsiyariya xwe tîne cih. Em ê piştî hilbijartina parlamentoyê ji nêzik ve helwesta Parlamentoya Ewropyaê bişopînin."
Di raporta ku wê di 13'ê Adarê de li Parlamentoya Ewropayê bikeve ber dengdanê, banga li ser azadkirina parlamenterên girtî yên HDP`êyî jî cih digire û helwesta Tirkiyê ya derbarê biryara DMME de ku ji bo Seleahatîn Demirtaş ragirtibû tê şermezarkirin.
Pisporê pêywendiyên navdewletî Mustafa Kemal Erdemol jî dibêje: "Di dengdana 13`ê Adarê de eger rapor were qebûlkirin wê prosesa endamtiya Tirkiyê raweste. Wek AKP`yî îdia dikin nîne, agahiyên di raportê de teze ne. Wisa xuya dikir ku Tirkiye amade ye gava xwe paşde biavêjê. Lê hê doh Erdogan dîsa got eger ew kesên PKK'yî bibîne di nava namzetan de wê dîsa qeyyûman tayin bike bo şaredariyên HDP`ê. Ka reforma darazê ka reforma azadiya ramanê? Loma em dikarin vê daxuyaniyê wek bersiveke neyekeser a li dijî raporta parlamentoyê binirxînin. Ev rûdan wê têkiliya Tirkiye û YE`yê têk bibe."
Bi nêrîna pisporan her çiqas hukmekî vê biryarê li ser Konseya Ewropayê nebe jî, wê di 5 salên pêş de ji bo rêveberiya nû ya ku wê di 26`ê Gûlanê de bê hilbijartin, bibe bingeha sereka ya têkiliyên bi Tirkiyê re ya Parlamentoya Ewropayê.