Şêwirmendê pilebilind ê serokkomariya Emerîkayê gihêşt Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301800-Şêwirmendê_pilebilind_ê_serokkomariya_emerîkayê_gihêşt_tirkiyê
Şêwirmendê pilebilind ê Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bona hevdîtina bi serokkomar û rayedarên pilebilind ên Tirkiyê gihêşt Enqera paytexta Tirkiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2019 13:29 Asia/Tehran
  •  Şêwirmendê pilebilind ê serokkomariya Emerîkayê gihêşt Tirkiyê

Şêwirmendê pilebilind ê Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bona hevdîtina bi serokkomar û rayedarên pilebilind ên Tirkiyê gihêşt Enqera paytexta Tirkiyê.

 Li gorî rapora roja çarşemiyê ya televîayona NTVyê, ya tirkiyê, Cêrd Koşner tev Cîson Grînbelt nûnerê taybet ê serokkomarê Emerîkayê li karûbarên rojhilata navîn û Birayan Hok berpirsê koma taybet a kiryara Îranê li wezareta karên derve ya Emerîkayê gihêşt Enqerê.

 Li gorî vê raporê, biryar e li hevdîtina taxima emerîkî bi rayedarên Tirkiyê re, mijarên mîna alûgurên Rojhilata Navîn û kiryarên têkildarî damezrandina aşitiyê li navçê û bi taybet li Filistînê were hilkolandin.

 Koşner beriya ku bighêje Enqerê sefera  Îmarat û Umanê kiribû ku li bara  piştgiriya Emerîkayê ji pilana  aşitiyê îdiaya Waşengtonê navbera Filistîn û Rejîma  Siyonîstî nasiyar bi danûstandina  sedsalê bişêwire.