Şêwirmendê pilebilind ê serokkomariya Emerîkayê gihêşt Tirkiyê
Şêwirmendê pilebilind ê Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bona hevdîtina bi serokkomar û rayedarên pilebilind ên Tirkiyê gihêşt Enqera paytexta Tirkiyê.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya televîayona NTVyê, ya tirkiyê, Cêrd Koşner tev Cîson Grînbelt nûnerê taybet ê serokkomarê Emerîkayê li karûbarên rojhilata navîn û Birayan Hok berpirsê koma taybet a kiryara Îranê li wezareta karên derve ya Emerîkayê gihêşt Enqerê.
Li gorî vê raporê, biryar e li hevdîtina taxima emerîkî bi rayedarên Tirkiyê re, mijarên mîna alûgurên Rojhilata Navîn û kiryarên têkildarî damezrandina aşitiyê li navçê û bi taybet li Filistînê were hilkolandin.
Koşner beriya ku bighêje Enqerê sefera Îmarat û Umanê kiribû ku li bara piştgiriya Emerîkayê ji pilana aşitiyê îdiaya Waşengtonê navbera Filistîn û Rejîma Siyonîstî nasiyar bi danûstandina sedsalê bişêwire.