Erdoxan: Kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsyayê tekûz e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301788-erdoxan_kirrîna_pergala_berevaniya_mûşekî_ya_s400'a_rûsyayê_tekûz_e
Erdoxanê serokomarê Tirkiyê roja Sêşemiyê qala tekûzbûna kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsyayê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2019 04:18 Asia/Tehran
  • Erdoxan: Kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsyayê tekûz e

Erdoxanê serokomarê Tirkiyê roja Sêşemiyê qala tekûzbûna kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsyayê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Erdoxên li hevpeyivîna digel Kanala NTV'yê bi gotina vê yekê ku biryarnameya kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsyayê ne cihê behs û nîqaşê ye, got: Eger Amerîkayê rewşeke baş amade kir, Tirkiye amade ye ku Pergala Berevaniya Mûşekî ya Patriyota Amerîkayê jî bikirre.

D mehên dawî da kêşeya navbera Amerîka û Tirkiyê li ser mijarên cûrbicûr ji wan Kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsyayê gurr bûye.

Vladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê roja 26ê Gulana 2018an got ku mafê Amerîkayê tuneye kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsyayê jibo Tirkiyê qedexe bike.

Biryarnameya firotina Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsyayê bo Tirkiyê di meha Kanûna sala 2017an da hat wajokirin.

Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê ya Erd bi Esman, bi şiyana avêtina hevdem a 72 mûşekan û jinavbirina armancên taktîkî û Balistîkî bi mesafeya ji pênc heta 60 kîlomitrî û ji du heta 27 kîlomitran bilindahiyê, ji pêşketîtirîn pergalên berevaniyê li cîhanê ye.

Amerîkayê Tirkiye hişyar kiirye ku egr bê û Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsyayê bikirre, dê tûşî boykotên Waşîngtonê were.