Civîna hevpar a komxebata Îran û Tirkiyê li Enqerê destpê bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301762-civîna_hevpar_a_komxebata_Îran_û_tirkiyê_li_enqerê_destpê_bû
Çaremîn civîna hevpar a komxebata Îran û Tirkiyê bi serokatiya alîkarên wezîrên karên hundur ên her du welatan li Enqerê destpê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 26, 2019 13:35 Asia/Tehran
  • Civîna hevpar a komxebata Îran û Tirkiyê li Enqerê destpê bû

Çaremîn civîna hevpar a komxebata Îran û Tirkiyê bi serokatiya alîkarên wezîrên karên hundur ên her du welatan li Enqerê destpê bû.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Tesnîmê, Hisên Zolfeqarî, alîkarî ewlehî û intizamî ya wezareta karên hundur û Muhterem Înce, wezîrê karên hundur ê Tirkiyê, berpirsyariya taxima her du welatan di vê civînê de girtine ustiyê xwe.

Di civîna buhurî ya komxebata hevpar a Îran û Tirkiyê, li ser hin mijarên wekî hevkariya operasyonê û danûstandina agahiyên ewlehiyê ji bo sekinîna li hember komên terorîst, sekinîna li hember qaçaxa madeyên narkotîk û hişber, sekinîna li hember şuştina dirav û sekinîna li hember kiryarên teblîxatî yên komên terorîst, lihevkirin çêbûbû.