Erdogan: Em ê dîsa qeyyûman tayîn bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301752-erdogan_em_ê_dîsa_qeyyûman_tayîn_bikin
Serokkomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Teyip Erdogan li Meydana Cumhuriyetê ya Yozgatê beşdarî mitînga partiya xwe bû û ji Piştgirên AKPê re axivt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 26, 2019 07:04 Asia/Tehran
  • Erdogan: Em ê dîsa qeyyûman tayîn bikin

Serokkomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Teyip Erdogan li Meydana Cumhuriyetê ya Yozgatê beşdarî mitînga partiya xwe bû û ji Piştgirên AKPê re axivt.

Erdogan aşkere kir heger HDPyî dîsa derfetên dewletê bo Qendîlê bişînin wê dîsa qeyûman tayîn bikin. Herwiha Erdogan gotinên hevserokên HDPyê yên “Em ê li Kurdistanê bidin HDPyê” bi bîrxîst û got: Bêexlaqan binhêre. Li Tirkiyê herêmeke bi navê “Kurdistanê” kîngê derket? Em ê nehêlin ku hûn vî welatî perçe bikin. Hûn ê welatê me perçe nekin. Hûn ê di 31ê Adarê da jî bersiveke herî baş hildin.”

Erdogan diyar kir ku ew muhebeta xwe ya ji bo welatiyên kurd diparêzin, lê ew ê rû nedin kesên ku Kurtcîtiyê bikin û bixwazin Tirkiyê perçe bikin û wiha dewam kir: “Çal vekirin, ne wisa? Me ew di wan çalên ku vekirin da çal kirin? Me çal kirin. Vêca dibêjin ku Em ê cihên ku qeyyûm lê hatine tayînkirin paşve hildin. Heke welatiyê min derfetê bide te ku hûn van paşve hildin, heke hûn ê derfetên ku dewletê dane van şaredariyan bişînin Qendîlê û ji bo terorê bixebitînin, em ê di heman demê da, bê rawestin qeyyûman wezîfedar bikin. Em bi we ra dewam nakin."

Siyasetên AKP û Erdogan bûne sedem ku nijadperestên tirk her roj bi awayekî êrişî ser kurdan bikin û li geleg bajaran jî heta nahêlin ew bi zimanê xwe yê kurdî biaxivin.