Demirtaş: Çarenûsa AKP`ê di hilbijartinên Şaredarîyan da maye ser helwesta HDP`ê
Hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) ragihand ku Çarenûsa Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) di hilbijartinên Şaredarîyan da maye ser helwesta HDP`ê.
Hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş di gotûbêja digel TV24`ê da têkildarî helwesta vê partîyê derheq hilbijartinên 31`ê Adarê de pêgirî kir ku ew ji alîgirên HDP`ê dixwaze ku ji bo bisînorkirina bereya faşîst dengên xwe di çarçova armanceke istiratêjîk da bavêjin sandiqan.
Demirtaş herwiha got: HDP`ê li 7 bajarên mezin ên Tirkîyê berbijarê şaredarîyê kivş nekirîye û ev biryara pêngaveka sîyasî ya durist e.
Hevserokê berê yê HDP herwiha got ku partîya desthilatdar (AKP) divê girîngî bida alîgirên HDP`ê, çimik çarenûsa sîyasî ya wê partîyê maye ser helwêsta HDP`ê.