Demîrtaş: HDP kilîd e divê AKP piştgîriya wê bike
Sibat 25, 2019 11:21 Asia/Tehran
Hevserokê berê yê HDP`ê Selahedîn Demîrtaş dibêje, heger ez di şûna AKP`ê de bama, dê piştgirîya HDP`ê bikira, ji ber ku di serkeftin û binkeftinê de, HDP kilîd e.
Hevserokê berê yê HDPê di roportajeke medya Tirkiyê de got: HDP`ê ji bo hilbijartinan ti hevpeymanî bi CHP`ê re saz nekiriye. Dengderên HDP`ê li bajarên ku berbijar destnîşan nekirine, kê bixwezin dê dengê xwe bidin wan.
Salahedin Demîrtaş rexne li CHP`ê girt û got: CHP jî her wekî AKP`ê di gavên aştiyê û aramiyê de, bê îrade û dudil e.
Hevserokê HDP`ê yê berê Selahedîn Demirtaş derbarê Kurdistana Sûrîyê de jî got: AKP, dewsa pêwendiyên ligel Rûsya û Esed ya baş ew e ku pêşengiya biratiya Kurdên sûrî bike, ew yek ji bo Tirkiyê gelekî baştir e.