Serokê nû yê Meclisa Tirkîyê hat bijartinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301703-serokê_nû_yê_meclisa_tirkîyê_hat_bijartinê
Nunerê şarê Tekirdagê di dewra sêyem a dengwergirtinê da wekî serokê nû yê Parlimana Tirkîyê hat bijartinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2019 04:34 Asia/Tehran
  • Serokê nû yê Meclisa Tirkîyê hat bijartinê

Nunerê şarê Tekirdagê di dewra sêyem a dengwergirtinê da wekî serokê nû yê Parlimana Tirkîyê hat bijartinê.

Nunerê şarê Tekirdagê Mistefa Şentop ser bi AKP`ê di encama dengwergirtina bi pişkidarîya 528 parlimanter de, 336 deng bi dest xistin û wekî serokê nû yê Parlimana Tirkîyê hat bijartinê.

Eva di halekî da ye ku di dewrên yekem û duyem ên dengwergirtinê da hîç berbjarekî nekarî asta pêwîst a dengan bi dest bixe.

Engîn Altay ji CHP`ê 124 deng û Sepîl Kamalbey ji HDP`ê 46 deng û Imamhisên Fîlîz ji Îyî Partîyê jî 33 deng bi dest xistin.

Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Binelî Yildirim ku Serokê Meclisa vî welatî bû, çendekê berî niha ji ber ku bibû berbijarê Şaredarîya Istenbolê ji posta xwe wêde çûbû. Piştî Yildirim, Cela Adan parlimanterê Istenbolê wekî parlimanterê biemir li Meclisê serokatîya demkî ya Meclisê girte destê xwe.