Lavrov: Rûsya û Tirkiyê derbarê Kurdên Sûriyê de lihev nekir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301699-lavrov_rûsya_û_tirkiyê_derbarê_kurdên_sûriyê_de_lihev_nekir
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da zanîn ku derbarê Kurdên Sûriyê de ligel Tirkiyê negehiştine nerîneke hevbeş û got: "Helwêsteke cuda ya Tirkiyê heye. Em nîgeraniyên wê fêm dikin lê dîsan jî divê hinek tişt ji hev bên cudakirin."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 24, 2019 16:12 Asia/Tehran
  • Lavrov: Rûsya û Tirkiyê derbarê Kurdên Sûriyê de lihev nekir

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da zanîn ku derbarê Kurdên Sûriyê de ligel Tirkiyê negehiştine nerîneke hevbeş û got: "Helwêsteke cuda ya Tirkiyê heye. Em nîgeraniyên wê fêm dikin lê dîsan jî divê hinek tişt ji hev bên cudakirin."

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ragihand ku derbarê Kurdên Sûriyê de ligel Tirkiyê negehiştine nerîneke hevbeş û got: "Helwêsteke cuda ya Tirkiyê heye. Di mijara Kurdan de divê hinek tişt ji hev bên cudakirin."

Sergey Lavrov diyar kir ku eger heye polîsên leşkerî yên Rûsyayê li Idlibê bên bicîhkirin ku niha di bin kontrola baskê berê yê El-Qaîdeya Sûriyê El-Nûsra de ye.

Lavrov,  di dema serdana xwe ya Vietnam û Çînê de ji medya wan welatan re axifî û got: "Çalakiyên Kurdan dibin sedema nîgeraniya Tirkiyê, lê me di zîrveya Soçî ya Rûsya-Tirkiye-Îranê de anî ziman ku vê nîgeraniyê fêm dikin."

Lavrov di heman demê de got: "Em ligel Tirkiyê negehiştin nerîneke hevbeş ka divê kîjan Kurd wek terorîst bên hesabkirin. Helwêsteke cuda ya Tirkiyê heye. Em nîgeraniyên wê fêm dikin, lê dîsan jî divê hinek tişt ji hev bên cudakirin û rastî bê dîtin ka kîjan grûpên Kurdan radîkal in û kîjan bo ewlekariya Tirkiyê dibin gef."