Piştî cihnehatina hikmê dadgeha mafên mirovan li bara Demirtaş
Piştî cihnehatina hikmê 20 Kanûna 2018`an li bara azadiya Selahedîn Demirtaş, hevserokê berê yê partiya Demokratîka Gelan ji zindanê ji aliyê dadageha mafên mirovan a Ewrûpayê û cihnehatina vê hikmê ji aliyê Wezareta dadaweriyê ya Tirkiyê, partiya Demokratîk a Gelan, dosiys Demirtaş hatiye şandin bo dîwana bilind a dedgeha mafên mirovan a Ewrûpayê.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, ji zarê rojnama Dîwar, piştî dayîna hikmê 20 Kanûna 2018`an a zayînî li bara azadiya Selahedîn Demirtaş, hevserokê berê yê partiya Demokratîk a Gelan ji zindanê ji aliyê dadgeha mafên mirovan a Ewrûpayê û cihnehatina vê hikmê ji aliyê wezareta dadaweriyê ya Tirkiyê, partiya Demokratîk a Gelan li kiryareke din cardinê daxwaza hilkolandina dosiya Demirtaş ji dadageha mafên mirovan a Ewrûpayê kiriye û dosiya vî siyasetvanê bi nav û deng ê kurd ê Tirkiyê şandiye dîwana bilind a dadgeha mafên mirovan a Ewrûpayê.
Di vê daxwazê de ku ji aliyê parêzerên Demirtaş ve cih hatiye ji dîwana bilind a dadageha mafên mirovan a Ewrûpayê hatiye xwestin ku him bila careka din jî hikmê cihnehatî yê Selahedîn Demirtaş hilkolin û him jî li bara pêbendnebûna Tirkiyê ser vê hikmê hin pêngavan rakin.