Erdogan: Em nikarin çavên xwe ser kuştina Xaşiqcî bigirin
Serokomarê Tirkiyê duh li gotûbêja bi CNN Turk re got: Enqere dest ji şopandina dosiya kuştina rojnamevanê nirxankar û dijberê Rejîma Siûdî Cemal Xaşiqcî bernade.
Li gor IRNA, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan diyar kir ku ev cinayeta di nav axa Tirkiyê de cih hatiyeû Enqer dest ji şopandina dosiya wê bernade.
Erdogan desnîşan kir ku kes nikare çavên xwe ser kuştina Xaşiqcî bigire.
Serokomarê Tirkiyê herwiha got: Heke welîehdê Siûdî Muhemed bin Selaman nizane ku çi hatiye serê Xaşiqcî, vêca kî dizane ?.
Rojnamevanê dijber û nirxankerê rejîma Siûdî Cemal Xaçuqcî roja 19 Cotmehê çû konsûlxana Erebistana Siûdî li Stenbûlê, lê qet jê derneket û piştî 18 rojan Rejîma Siûdî di encama zext û zorên navneteweyî de neçar ma ku îtiraf bike Xaşuqcî hatiye kuştin û kuştina wî jî avêt sikura mirovên bi serê xwe .