Encamên gotûbêjên Xilûsî Akar bi rayedarên wezareta berevaniya Amerîkayê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301652-encamên_gotûbêjên_xilûsî_akar_bi_rayedarên_wezareta_berevaniya_amerîkayê_re
Wezîrê berevaniya Tirkiyê, encamên muzakireyên xwe yên bi sergêrê wezareta berevaniya Amerîkayê li Waşîngtonê rave kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 23, 2019 14:20 Asia/Tehran
  • Encamên gotûbêjên Xilûsî Akar bi rayedarên wezareta berevaniya Amerîkayê re

Wezîrê berevaniya Tirkiyê, encamên muzakireyên xwe yên bi sergêrê wezareta berevaniya Amerîkayê li Waşîngtonê rave kirin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Xilûsî Akar, şêwirînên xwe yên duh îniyê bi Patrîk Şanahan (Patrick M. Shanahan), sergêrê wezareta berevaniya Amerîkayê li Waşîngtonê rave kirin û got: "Amerîkayê qebûl kiriye ku pêşiya derengmayîna nexşerêya bajarê Minbica Sûriyê bigire û di dema herî lezgîn de wê bikemilîne".

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Xilûsî Akar daxwaz ji Amerîkayê dike, piştî vekişîna ji Sûriyê divê valahiya desthilatdariyê rû nede. Akar di çarçoveya serdana xwe ya Amerîkayê de ji medyaya Tirkiyê re axivî û diyar kir, "Amerîka dê di çend rojên pêş de vekişe û ew naxwazin piştî vekişînê valahiyeke desthilatdariyê rû bide".

Akar herwiha daxwaza cîbecîkirina nexeşereya Menbicê jî kiriye û got: "Me xwest rêkeftina Menbicê di zûtirîn demê de were cîbecîkirin. Wan jî qebûl kir. Me bi bîr xist divê YPG ji Menbicê derkeve û çekên di destê wan de werin standin".

Wezîrê berevaniya Tirkiyê herwiha got ku Li hevdîtina bi Şanahan re careka din li ser dewama sekinîna li hember Partya Karkerên Kurdistanê (PKK), Partya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyê (PYD), Yekîneyên Parastina Gel a Kurdên Sûriyê (YPG) û Koma Gulen pêgîrî kiriye. Li ser herêma ewle jî em axifîn û me got: Divê herêma ewle were avakirin û YPG li wê herêmê nemîne. Divê Arteşa Tirkiyê û Arteşa Azad a Sûriyê ewlekariya herêma ewle bigrin.

Li gorî gotina Akar, gotûbêja li ser S- 400, F- 35 û mûşekên Patiryot jî ji mêhwerên din ên gotûbêjên wî bi sergêrê wezareta berevaniya Amerîkayê li Waşîngtoinê bûne.

Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, du rojan berî niha pêşniyarqanûnekê îmze kir ku radestkirina balafirên cengê yên amerîkî yên F- 35`ê bo Tirkiyê heya dema kivşbûna rewşa kirrîna sîstima rûsî ya S- 400`ê ji aliyê Tirkiyê ve, sekinandiye.

Xilûsî Akar, wezîrê berevaniya Tirkiyê, roja pêncşemiyê 21`ê Sibatê li serokatiya taximenkê seredana Waşîngtonê kir.