Trump û Erdogan rewşa Sûriyê gotûbêjkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301597-trump_û_erdogan_rewşa_sûriyê_gotûbêjkirin
Serokomarê Amerîkayê Donald Trump û Serokmarê Tirkîyê Receb Teyib Erdogan bi rêka telefonê rewşa dawî li Sûriyê gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 22, 2019 08:14 Asia/Tehran
  • Trump û Erdogan rewşa Sûriyê gotûbêjkirin

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump û Serokmarê Tirkîyê Receb Teyib Erdogan bi rêka telefonê rewşa dawî li Sûriyê gotûbêj kirin.

Qesra Sipî bi daxuyaniyekê aşkere kir ku her duserokan derbarê peywendîyên dualî yên herdu welatan rewşa mirovî li Sûriyê û peywendiyên siyasî û bazirganîyê axifîne.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Trump û Erdogan li hev kirine ku ser çêkirina herêmeke ewle li bakura hevkariyê bidomînin.

Li aliyê din tê çaverêkirin berpirsên serbazî yên Tirkiyê serdana Amerîkayê bikin û li Washingtonê bicivin.

Hêjayî gotinê ye ku armancên rayedarên Amerîka û Tirkiyê li ser pêkanîna herêma ewle li bakura Sûriyê ne wek hev e. Tirkiye hewl dide bi pêkanîna vê herêmê kurdên Sûriyê û deskevtên wan serkut bike û Amerîka jî dixebite bi heceta vê Herêm bakura Sûriyê dagîr bike.