Tirkîye- Hikmê zîndanê yê 14 rojnamevan û karmendên Rojnama Cimhuriyetê hat erêkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301521-tirkîye_hikmê_zîndanê_yê_14_rojnamevan_û_karmendên_rojnama_cimhuriyetê_hat_erêkirin
Dadgeheke Venihêrînê li Tirkîyê hikmê zîndanê yê 14 rojnamevan û karmendên Rojnama Cimhuriyetê erê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 20, 2019 07:40 Asia/Tehran
  • Tirkîye- Hikmê zîndanê yê 14 rojnamevan û karmendên Rojnama Cimhuriyetê hat erêkirin

Dadgeheke Venihêrînê li Tirkîyê hikmê zîndanê yê 14 rojnamevan û karmendên Rojnama Cimhuriyetê erê kir.

Dadgeheke Tirkîyê sala buhurî ew 14 kes bi karên têrorîstî û piştgirîya ji derbeya li vî welatî tawanbar kiribûn û cezaya zîndanê dabû wan.

Dadgeha Venihêrînê jî biryar da ku ew jibo derbaskirina cezaya mayî bo zîndanê bên veguhestinê.

Rojnama Cimhuriyetê yek ji rexnekerên AKP`ê tê hesêb.

Hejmarek karmendên Rojnama Cimhuriyetê di mehên vê dawîyê da bi tawana karên têrorîstî, nearamîyên têkildarî deverên kurdnişîn û derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li Tirkîyê hatine girtinê.

Derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li Tirkîyê bû hecetek jibo Enqerê ku bê berbend bisînorkirina mêdyayên rexneker bidomîne.

Bi dû derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li Tirkîyê heta niha zêde ji 170 nûçegîhan li vî welatî hatine girtinê.