Pêgiriya serokomarê Tirkiyê li ser kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê
Serokomarê Tirkiyê careka din li ser vîn û xwesteka vî welatî jibo kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê pêgirî kir.
Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Tasnim Newsê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê bi gotina vêya ku Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) tu dijayetiyek digel kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê tune, got: Mafê me heye ku em pergalên cûrbicûr bi kar bînin.
Serokomarê Tirkiyê tevî amajeya bi vê yekê ku Amerîkayê tu pêngavek jibo firotinaPergala Berevaniya mûşekî bo Tirkiyê ranekiriye, got: Amerîka hertim hewil dide ku me qanih bike da ku em dev ji kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê berdin.
Erdoxên sê rojan beriya niha jî gotibû ku Enqerê dil tune ku dest ji kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê bikişîne.
Beriya nha Amerîkayê tevî diyarkirina dilgiraniya xwe ji biryarnameya Tirkiyê bona kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê, hişyarî dabû ku Enqere divê vî karî neke û eger hat û ev kar kir, ewê êdî Pergalên Patriyota Amerîkayê wernegire.
Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê ya Erd bi Esman, bi şiyana avêtina hevdem a 72 mûşekan û jinavbirina armancên taktîkî û Balistîkî bi mesafeya ji pênc heta 60 kîlomitrî û ji du heta 27 kîlomitran bilindahiyê, ji pêşketîtirîn pergalên berevaniyê li cîhanê ye.