Zêde ji 311 penaberên sûrî ji Tirkiyê zivirîn welatê xwe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301491-zêde_ji_311_penaberên_sûrî_ji_tirkiyê_zivirîn_welatê_xwe
Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê qala vegeriyana zêde ji 311 hezar penaberên sûrî bo welatê xwe kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 19, 2019 12:03 Asia/Tehran
  • Zêde ji 311 penaberên sûrî ji Tirkiyê zivirîn welatê xwe

Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê qala vegeriyana zêde ji 311 hezar penaberên sûrî bo welatê xwe kir.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê uya IRNAyê, Silêman Soylû got: Li pey pêkhatin aaramî  û tenahiyê li Sûriyê, di heyama du salên bihurî da, 311 hezar û 968 awareyên sûrî vegriyane welatê xwe.

Wezîrê karên hundir ê Tirkiyêtevî amajeya bi vê yekê ku welatê wî mazûvanê derdora 4,5 miliyon awareyên biyanî ye, her wiha got: Derdora 3,6 miliyon kes ji penaberan di bin piştgiriya rêxistinên navneteweyî da ne.

Ajansa Penaberan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî pêştir ragihand ku ji destpêka qeyrana Sûriyê va heta niha hejmara awareyên sûrî ku berê xwe dane welatên Tirkiye, Libnan, Urdin, Iraq û Misirê ji 5 miliyon kesî jî zêdetir bûye.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.