Serokê Parlimana Neteweyî ya Tirkiyê dest ji karê xwe kişand
Serokê Parlimana Neteweyî ya Tirkiyê ji posta xwe wêda çû.
Ajansa nûçeyan a Anatoliyê ya ser bi hikûmeta Tirkiyê Duşemiyê bi şev ragihand: Serokê Parlimana Neteweyî ya Tirkiyê, Bînalî Yildirim l pey berendambûna jibo posta şaredariya Stembûlê, ji posta xwe wêda çûye.
Bînalî Yildirim pêştir ji aliyê Partiya serdest a Dad û Geşepêdanê (AKP) bi serokatiya Erdoxanê serokomarê Tirkiyê, bûbû namzedê posta şaredariya Sstenbûlê. Yildirim beriya vêya serokwezîr û Wezîrê Telekomê yê Tirkiyê bû.
Erdoxan jî beriya bidestxistina posta serokomartî û serokwezîertiyê di sala 1994an da wek şaredarê Stembûlê hatibû hilbijartin.
Hilbijartina Serokê Parlimana Neteweyî ya Tirkiyê wek berendamê AKPê jibo bidestxistina posta şaredariya Stenbûlê nîşan dide ku ev post kêmtir ji posta serokatiya Parlimana Tirkiyê en endamên kabîneya vî welatî nîne.
Hilbijartina navçeyî ya Konseya şaredariyên Tirkiyê di 31ê Adara sala 2019an da dê were lidarxistin.