Parlemanterê Tirkiyê: Armanca Emerîkayê li Verşoyê derblêdana li welatên Rojhilata Navînê ye
Sibat 14, 2019 17:57 Asia/Tehran
Parlemanterê Tirkiyê armanca lidarxistina civîna Verşoyê parvekirina navça rojhilata navîn bi welatên alîgirê mêhwera şîe û sunne û zêdekirina hejmara hevalên Îsraîlê ye.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Ajansa Komara Îslamî, Ozturk Yilmaz bal kişand ser vê eykê ku Emerîka li Rojhilata navîn wek navçeyekê bo dabînkirina berjewendiyên xwe yên stratejîk û bidestxistina ewlehiya rejîma siyonîstî dinêre û destnîşankir: Armanca civîna Verşoyê neçarkirina dewletên sunne yên ereb bi Yekbûna bi Îsraîlê re li dijî Îranê ye.
Wî bal kişand ser vê yekê ku civîna Verşoyê tenê dorpêçkirina Îranê nîne û got: Ev civîna dê derbeyeke cidî li mesela Filistînê xîne.