Girtina 52 gumanbarên endametîya DAIŞ`ê li Tirkîyê
Sibat 14, 2019 14:14 Asia/Tehran
Di encama opêrasyona Polîsên Tirkîyê li Bûrsayê da, bi dehan gumanbarên endametîya koma têrorîst a DAIŞ`ê hatin girtinê.
Polîsên Tirkîyê opêrasyoneke hevdem li 5 cihên parêzgeha Bûrsayê li rojavaya vî welatî destpê kirin û di encamê da 52 gumanbarên endametîya koma têrorîst a DAIŞ`ê hatin girtinê.
Li gorî raporan, heta nika zêde ji 300 welatîyên Tirkîyê di encama êrişên DAIŞ`ê da hatine kuştinê.
Di encama êrişa têrorîstî ya di 1`ê Çilleya sala 2017`ê li kulûbeke şevê li Istenbolê da ku DAIŞ`ê berpirsîya wê da ustîyê xwe, 39 kes hatin kuştinê.
Bi destpêbûna qeyrana Sûrîyê, Tirkîye bû derîyê serekê yê derbasbûna têrorîstên DAIŞ`ê nav axa Sûrîyê.