Çînê welatîyên xwe yên li Tirkîyê hişyar kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301308-Çînê_welatîyên_xwe_yên_li_tirkîyê_hişyar_kirin
Balyozxana Çînê li Enqerê weltîyên çînî li Tirkîyê hişyar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 14, 2019 06:31 Asia/Tehran
  • Çînê welatîyên xwe yên li Tirkîyê hişyar kirin

Balyozxana Çînê li Enqerê weltîyên çînî li Tirkîyê hişyar kirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Fransayê, balyozxana Çînê li Enqerê ji welatî û geştyarên çînî ku li Tirkîyê ne xwest ku zêdetir baldar bin û zêdetir xwe û kelûpelên xwe biparêzin.

Tirkîyê vê dawîyê ji ber serederîya dewleta Çînê ya li hemberî kêmîneya tirkên Ûygûr li vî welatî dest bi rexneyan kirîye ku ev yeka bûye sedema gêreya dîplomatîk di navbera her du welatan da.

Bi hezaran kes ji gelê Tirkîyê roja şemîyê li bajarên vî welatî bi xwenîşandanan piştgirî dan misilmanên Ûygûr ên Çînê.

Tirkên Ûygûr li navça xwerêvebir a Sîn Kîyangê li bakura rojavaya Çînê dijîn.