Erdheja 4.8 Rîşterî Tirkiye hejand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301272-erdheja_4.8_rîşterî_tirkiye_hejand
Erdhejek bi mezinahiya 4.8 Rîşterî Sêşemiyê bi şev deverên navendî yên Tirkiyê hejand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 13, 2019 06:21 Asia/Tehran
  • Erdheja 4.8 Rîşterî Tirkiye hejand

Erdhejek bi mezinahiya 4.8 Rîşterî Sêşemiyê bi şev deverên navendî yên Tirkiyê hejand.

Li gorî rapora Pars Todayê, Ev erdhej li kûrahiya 10 Kîlomitrî ya erdê qewimiye.

Navenda vê erdhejê ku di siet 20:14 li gorî dema herêmî qewimî, navçeya Orta'yê li parêzgeha Çanqiriyê (Çankiri) li 140 Kîlomitriya bakurê Enqerê hatiye ragihandin.

Televîziyona dewletî ya Tirkiyê (TRT) bi raporekê ragihand ku ev erdhej ji billî bajarên parêzgeha Çanqiriyê, li gellek bajarên Tirkiyê ji wan Enqerê jî hatiye hîskirin.

Heta niha tu raporek derbarê ziyanên hitmalî û goriyên vê erdhejê nehatiye weşandin.