HDP`ê bersiva Soylu da: Meşa piştgirîya ji Guvenê yê were lidarxistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301223-hdp_ê_bersiva_soylu_da_meşa_piştgirîya_ji_guvenê_yê_were_lidarxistin
Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di bersiva gotinên Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê da got: Meş yê were lidarxistin, ji ber ku em bi merema sîyaseteke dêmokiratîk mafên xwe yên dêmokiratîk bi kar tînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 11, 2019 15:11 Asia/Tehran
  • HDP`ê bersiva Soylu da: Meşa piştgirîya ji Guvenê yê were lidarxistin

Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di bersiva gotinên Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê da got: Meş yê were lidarxistin, ji ber ku em bi merema sîyaseteke dêmokiratîk mafên xwe yên dêmokiratîk bi kar tînin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Dikenê, Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê Silêman Soylu bertekeke tund nîşanî biryara HDP`ê ya lidarxistina meşên piştgirîya ji Leyla Guven parlimantera vê partîyê di sedemîn roja greva birsîbûna wê de dabû û gotibû: Ez ne mêr im ku rê bidim meşa we bê lidarxistin. Hevserokê HDP`ê Sezayî Temellî jî di bersiva wî da got: Meş yê were lidarxistin, ji ber ku em bi merema sîyaseteke dêmokiratîk mafên xwe yên dêmokiratîk bi kar tînin.Em mafekî bi kar tînin ku me ew bi qanûn û hiqûqê bi dest xistîye.

Hevserokê HDP`ê herwiha got: Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê şerek dijî Dezgeha Dadwerîya vî welatî bi rê xistîye. Niha Dezgeha Dadwerîyê bi destê hikûmetê û Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê tê birêvebirinê û vê yekê bera Tirkîyê daye rewşeke gellekî dijwar.