Hevserokê HDP`ê: Berî çareserkirina meseleya Kurdan hîç meseleyek li Tirkîyê çareser nabe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301157-hevserokê_hdp_ê_berî_çareserkirina_meseleya_kurdan_hîç_meseleyek_li_tirkîyê_çareser_nabe
Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) got: Berî çareserkirina meseleya Kurdan hîç meseleyek li Tirkîyê çareser nabe.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Sibat 10, 2019 04:40 Asia/Tehran
  • Hevserokê HDP`ê: Berî çareserkirina meseleya Kurdan hîç meseleyek li Tirkîyê çareser nabe

Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) got: Berî çareserkirina meseleya Kurdan hîç meseleyek li Tirkîyê çareser nabe.

Li gorî rapora Rojnama Duvarê, Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Sezayî Temellî li mîtînga Mêrsînê bal kişand ser meseleya Kurdan li Tirkîyê û got: Heke hûn dixwazin li vî welatî pirsgirêkekê çareser bikin, ji bîr nekin ku divê hûn destpêkê pirsgirêka Kurdan çareser bikin neku hûn ê nekaribin hîç pirsgirêkekê çareser bikin. Çareserkirina pirsgirêka Kurdan bi wateya çareserkirina meseleya istismarkirina karkeran, çareserkirina meseleya nasnamê li welêt, çareserkirina pirsgirêka jinan û gellek meseleyên din e. Li çarrêyana hemî pirsgirêkên Tirkîyê meseleya Kurdan heye. Hakimîyeta sîyasî ya Tirkîyê roja îro ji bo ku meseleya Kurdan çareser neke pêkutîyê ser sîyasetên şerxwazîyê dike û dorpêçê ser civaka Tirkîyê da disepîne.

Hevserokê HDP`ê Sezayî Temellî herwiha got: Em li dijî sîyasetên iqtidara sîyasî yên şerxwezaî û sepandina dorpêçê, ``cimûrîyeta dêmokiratîk`` li welatê hevpar ê xwe pêşnîyar dikin. Çareserkirina meseleya Kurdan, sîyasetên biaştî û dêmokiratîk li Tirkîyê yê tenê bi muxatebê sereke yê vê meseleyê re bê çareserkirinê.