Rûsiyê boykotên aborî li ser Tirkiyê rakirin
Serokomarê Rûsiyê bi biryarekê hin boykotên aborî yên Moskovayê dijî Enqerê betal kirin.
Li gorî rapora IPNA'yê, Viladîmîr Pûtînê serokomarê Tirkiyê hikmê rakirina hin sînordariyên aborî li dijî Tirkiyê wajo kir. Ev belge li portala fermî ya agahiyên hiqûqî ya Rûsiyê hatiye weşandin.
Li gorî vê hikmê, hin welatiyên tirkiyeyî ku beriya vêya di Mijdara sala 2015an ketibûn bin boykotên Rûsiyê, niha ev boykot hatine rakirin; tevî ku hin welatiyên tirkiyeyî jibo sefera bo Rûsiyê êdî dê nekevin astengiyê.
Ev rakirina astengiyan ajovanên ku li cadeyên navneteweyî kelûpelan vediguhezînin, xwedan vîzaya pêbawer a taybet ku jibo seferên kurt ên ticarî diçin Rûsiyê û kesên ku jibo erkên dîplomatîk sefera Rûsiyê dikin digire ber xwe.
Her wiha li vê hikmê hatiye ku eger aliyê tirkiyeyî jî biryareka viha bide, ev sînordarî dê bên rakirin.
Li gorî vê raporê, sînordariyên sepandî li dijî Enqerê li pey jordaxistina firokeya şêrr a Rûsiyê ji aliyê Tirkiyê va. bi destê serokomarê Rûsiyê di 28ê Mijdara sala 2015an da jibo parastina berjewendiyên ewlehiya neteweyî û parastina welatiyan li hemberî kiryarên sûcdariyê cih hat. Tevî ku hin kiryarên ticarî yên taybet jî li ser Tirkiyêî hatine sepandin.