Erdogan: Ligel Amerika em negihiştine tu rêkeftinê
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li Qesra Serokomariyê li gel Konseya Amerika-Tirk kom bû û axaftinek kir.
Erdogan, balkêşa ser pêwendiyên Amerika û Tirkiyê û got: Di derbarê Bakurê Surîyê de, em ligel Amerikayê negihiştine ti rêkeftinekê, lê gotûbêjên me berdewam dikin.
Erdogan balkêşa ser deverên aram û got ku ev pêşniyaz ji alî wî ve hatibû pêşniyar kirin, lê heta niha Hêzên Hevpeyman jî di nav de, bê alîkarî man e.
Erdogan got:“Di serdema Serokatiya Obama de, min babeta cihên bi Ewle bo penaberan anî ziman. Min pêşniyar kir ku li deverên aram û ewle, bajarên kontrolkirî werin saz kirin û penaber li ser xaka xwe, werin bi cîh kirin.
Erdogan îdia kir ku Tirkiyê ji bo penaberan 35 Milyar dolar pere xerç kirîye ku ji bo penaberan Yekitiya Ewropayê Milyardek û 75 Milyon Euro daye.
Erdogan got: “Hêzên hevpeyman û hevkarên me yên stratejîk ti bersiv nedan pêşniyaza me ya jibo deverên ewle. Hîn jî gotûbej di derbarê avakirina van deverên ewle de, berdewam dikin”.