Çavûşoglu: Bo vekişandina Amerîka ji Sûriyê hêzeke erkên hevbeş pêkhatiye
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu ragehand ku, bo vekişandina Hêzên Amerîka ji Sûriyê hêzeke erkên hevbeş di navbera wan û Amerîkayê de hatiye pêkanîn.
Di çarçoveya beşdariya wî di civîna Wezîrê Derve yê welatên Hevpeyamniya li dijî DAIŞê ku, duh li Washingtonê birêve çû Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu di kongreyeke rojnamevanî de ragehand ku, bo qonaxa vekişandina Amerîka ji Sûriyê me û Amerîka pêşinyarên xwe pêşkêşî hev kirine daku, proseya vekşandinê bê pirsgirêk bi dawî were.
Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu aşkere kir ku, hêzeke erkên hevbeş bo hemahingiya di navbera wan û Amerîkayê de hatiye pêkanîn.
Di heman demê de amaje bi wê yekê kir ku, Hêzên YPGê hê ji Minbicê ne derketine û pêwîste bi zûtirîn dem ji wî bajarî derkevin.