Qeyrana navbera Tirkiyê û Fransayê ser Komkujiya Ermeniyan kûrtir bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301055-qeyrana_navbera_tirkiyê_û_fransayê_ser_komkujiya_ermeniyan_kûrtir_bû
Bertekên rayedarên Tirkiyê û partiyên vî welatî li dij biryara serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li bara 24ê Nîsanê salvegera Komkujiya Ermeniyan û ragihandina “Roja bîranîna Komkujiya Ermeniyan” ji aliyê wî her diçe zêde dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 07, 2019 08:16 Asia/Tehran
  • Qeyrana navbera Tirkiyê û Fransayê ser Komkujiya Ermeniyan kûrtir bû

Bertekên rayedarên Tirkiyê û partiyên vî welatî li dij biryara serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li bara 24ê Nîsanê salvegera Komkujiya Ermeniyan û ragihandina “Roja bîranîna Komkujiya Ermeniyan” ji aliyê wî her diçe zêde dibe.

Berdevkê partiya serdest a AKPê Omer Çelik derbarê biryara Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron de got: "Em biryara Macron ya ku îdiayên bê bingeh ên derbarê bûyerên ku sala 1915a Di Dewleta Osmanî de qewimîn, esas digire, qet qebûl nakin û wan biryaran bi tundî şermezar dikin."

Berdevkê AKPê Omer Çelik derbarê biryara Serokomarê Fransayê herwiha got: Ev gava ku Macron di pêngava kêfxweşkirina lobiyên siyasî de avêt, dê bike ku rêya diyalogê bixitime. Heke dixwazê rûbirûbûna dîrokî bike mijara siyasetê, bila bi dîroka welatê xwe re rûbirû bibe û sûcên xwe yên dîrokî li dij gelên  Benîn, Burkîna Faso, Gabon, Gîne, Kamerûn, Morîtanya, Nîjer, Senegal, Tunus û Çadê qebûl bike.

Herwiha Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilîçdaroglu jî biryara Macron şermezar kir. Kiliçdaroglu li ser heman mijarê ragihand "Ez li hember daxuyaniya Serokomarê Fransayê Macron ya wekî ez ê 24ê nîsanê wek qaşo bibîranîna komkujiya Ermeniyan îlan bikim xemgîn im û vê daxuyaniyê bi tundî şermezar dikim."

Kiliçdaroglu herwiha got: “Bûyerên ku di sala 1915an de qewimîn û hem ji bo Ermeniyan hem jî ji bo Tirkan trajediyeke mezin derxistin holê di bîra herdu gelan de trajediyeke ku birînên kûr hiştin derxist holê.”

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin jî li ser vê mijarê gotibû: "Em daxuyaniya Macronê Serokomarê Fransayê ku 24ê Nîsanê wek Roja Bîranîna Komkujiya Ermeniyan îlan dike bi tundî şermezar dikin."

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron tevlî xwarina salane ya Konseya Koordînasyona Saziyên Ermenî yên li Fransayê (CCAF) bû û li cem beşdaran got: Fransa yek ji welatên sereke ye ku qirrkirina Ermeniyan bi destê  Dewleta Osmanî şermezar bi fermî nas kiriye. Macron di dewamê de ragihand, Fransa wê 24ê Nîsanê weke “Roja Bîranînê ya Qirkirina Ermeniyan a Neteweyî” qebûl bike.