Komkujiya Ermeniyan bû sedema qeyranê di navbera Fransa û Tirkiye de
Fransa amadekariyan dike ku 24ê Nîsanê salvegera Komkujiya Ermeniyan weke “Roja bîranînê ya neteweyî” qebûl bike. Lêbelê Tirkiyê ew hewla Fransayê şermezar kir.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron tevlî xwarina salane ya Konseya Koordînasyona Saziyên Ermenî yên li Fransayê (CCAF) bû û bi diyarkirina “Roja Bîranîna Qirkirina Ermeniyan” got: Fransa yek ji welatên sereke ye ku qirrkirina ermaniyan bi destê Dewleta Osmanî bi fermî nas kiriye. Macron ragihand, Fransa wê 24ê Nîsanê weke “Roja Bîranînê ya Qirkirina Ermeniyan a Neteweyî” qebûl bike.
Li aliyê din Tirkiyê nerazîbûna xwe nîşan da. Berdevkê AKPê Omer Çelik got, “Em biryara Macron ya ku îdiayên bê mesned û belge yên derbarê bûyerên sala 1915an ên di dema dewleta Osmanî de esas digire, ticaran qebûl nakin û van îdiayan bi tundî şermezar dikin.”
Çelîk di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir: Ev gava ku Macron di pênava kêfxweşkirina lobiyên siyasî de avêt, diqewme ku riya diyalogê bixitimîne. Fransaya ku dest daniye ser îdiaya dîrokî bila sûcên xwe yên li dij mirovan ên di dîrokê de qebûl bike sûcên ku li Benîn, Burkîna Faso, Gabon, Gîne, Kamerûn, Morîtanya, Nîjer, Senegal, Tunus û Çadê kirine.