Êrîşa balefirên cengê yên Tirkiyê ser bakurê Iraqê
Sibat 05, 2019 16:01 Asia/Tehran
Balefirên cengê yên Tirkiyê hin navçên li bakurê Iraqê ji wan Xakurkê dan ber êrişan.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Tesnîm News`ê, li gor raghandina hêzên çekdar ên Tirkiyê balefirên cengê yên vî welatî hin navçên bakurê Iraqê ji wan Xakurk, Zap, Avaşîn û Garayê dan ber êrişan.
Li daxûyaniya artêşa Tirkiyê hatiye ku li vê êrîşê cebilxanên komên cudayîxwaz û sitargehên wan ketine ber êrişê.
Balefirên cengê yên Tirkiyê li mehên derbasbûyî gelek navçe li bakurê Iraqê bi mehna hizûr û xebata PKK dane ber êrişan.
PKK li 27ê Mijdara 1978`an hatiye avakirin û ji sala 1984`an li dijî dewleta navendî ya Tirkiyê xebata çekdariyê dike.