Wezîrê karên derve yê Tirkiyê diçe Amerîkayê
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bi armanca razîkirina Amerîkayê jibo beşdariya Enqerê li bona cihanîna plana Navçeya Ewleh li bakurê Sûriyê îro berê xwe bide Waşîngtonê.
Çawûşoxlûyê Wezîrê karên derve yê Tirkiyê biryar e ku roja 6ê Sibatê li Waşîngtonê beşdarî civîna wezîrên karên derve yên hevpeymaniya şerê dijî DAIŞê bibe.
Çûyîna Çawûşoxlû bo Amerîkayê piştî wê pêk tê ku hatiye gotin Amerîka naxwaze Tirkiyê beşdarî pêkanîna navçeya ewleh li bakurê Sûriyê bike.
Li gorî vê planê biryar e ku kontrola navçeya Ewleh a pêkhatî pirranî bikeve destê hêzên fransî û englîsî.
Amerîka jî ji hêla zîrevanî û ewlehkariyê va pişta hêzên bicihbûyî bigire.
Waşîngtonê her wiha soz daye ku hêzên lezbertek li Iraqê bi cih bike ku dema pêwîst herin Sûriyê.
Beriya vêya Îbrahîm Kalîn, Berdevkê serokomarê Tirkiyê daxwaza radestkirina kontrola Navçeya Ewleh li bakurê Sûriyê bo Amerîkayê kiribû.