Fermana girtina 20 hêzên Artêşa Tirkîyê hat dayînê
Sibat 04, 2019 12:56 Asia/Tehran
Dozgerîya Giştî ya Tirkîyê fermana girtina 20 kes ji hêzên Artêşa vî welatî da.
Navenda Polîsên Ankarayê îro 20 kes ji hêzên Artêşa Tirkîyê li gorî hikmê Dozgerîya Giştî ya vî welatî girtin.
Hêzên Ewelhîya Tirkîyê jî opêrasyonek ji bo giritna çend gumanbarên têkilîya digel Koma Gulen li 10 parêzgehan destpê kirin.
Rayedarên Tirkîyê, Fetulah Gulen û hogirên wî plandarêjê sereke yên derbeya 15`ê Tîrmeha sala buhurî dizanin û ji wê demê va bi hezaran kes girtine yan ji kar derxistine.
Dewleta Erdogan ji dema darbeya bêencam a 15 Tîrmeha 2016`an li dijî dewleta vî welatî veheya niha zêde ji 170 hezar kes girtine û ji kar derxistine.