Nûnerê parlemana Tirkiyê şerta nû bo şuxilandina ciwanan rexne kir
Nûnerê partiya Komarîxwaz a Gel li parlemana Tirkiyê mixabiniya xwe li bara endametiya li partiya Dad û Geşepêdanê wek şerta şuxilandinê da diyarkirin.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya radyo tirkiya stembolî ya IRIB News`ê, Omer Fethî Gower li mersima qurekêşiya bo şuxilandina demkî ya 6 mehî li şaredariya Nîxdê raghand: li kêleka rewşa nalebar a kar û şuxilê li Tirkiyê şerta nû ya dewletê rewşa şuxilandinê li vî welatî aloztir kiriye.
Nûnerê bajarê Nîxdeyê li parlemana Tirkiyê bal kişand ser demkîbûna vê şuxilandinê beriya hilbijartinên şaredariyên li Tirkiyê û got: Divê şuxilandin li gor aboriya berhemanînê cih were ne li gor meselên siyasî û aborî ku bingeha wê li gor derkirînê be.
Omer Fethî Gowe bal kişand ser vê yekê ku hejmara bêkaran li Tirkiyê zêde ji 6 milyon kesî ye û diyar kir ku dewlet û partiya serdest hewl didin ku kesek xêncî endamên partiya edalet û geşepêdanê kesek derbasî pêvajoya şuxilandina dewletî nebe.