Piştgirîya Tirkîyê ji sekinîna welatan a li hemberî helwestên Amrîkayê yên dijî Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300855-piştgirîya_tirkîyê_ji_sekinîna_welatan_a_li_hemberî_helwestên_amrîkayê_yên_dijî_Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê got: Enqere piştgirîyê dide pêngavên avaker ên welatên ewrûpî ji bo sekinîna li hemberî helwestên nemaqûl ên Amerîkayê yên dijî Komara Islamî ya Îranê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 01, 2019 14:09 Asia/Tehran
  • Piştgirîya Tirkîyê ji sekinîna welatan a li hemberî helwestên Amrîkayê yên dijî Îranê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê got: Enqere piştgirîyê dide pêngavên avaker ên welatên ewrûpî ji bo sekinîna li hemberî helwestên nemaqûl ên Amerîkayê yên dijî Komara Islamî ya Îranê.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Anatoluyê, Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu îro li rex civîna nefermî ya Wezîrên Karên Derve yên YE`yê li Buxaresta paytexta Romanîyê li koma nûçegihanan ragihand ku boykotên Waşîngtonê yên dijî Têhranê, netenê yê bandora xirab li ticareta digel Îranê bikin belkî yê bandorê li ticareta welatên ewrûpî, Japon û hemî dinyayê bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ji destpêbûna karê mêkanîzma taybet a fînansî ya ji bo danuistandina aborî di navbera Îranê û YE`yê da (SPV) pêşwaîz kir û got: Bi muzakire û hevkarîya zêdetir yê berbendên ser rêya peywendîyên aborî yên welatên cîhanê digel Îranê bên rakirinê.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê pêgirî li ser pêwîstîya vekişîna Amerîkayê ji sepandina boykotan ser welatên din da kir û got ku boykotên ku Amerîkayê ser Îranê da sepandine, hîç xêra wan ji bo Waşîngtonê tineye.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê derbarê biryara Parlimana Ewrûpayê ya bifermî naskirina Xuvan Guvaydo (Juan Guaidó) serokomarê xwebinavkirî yê Vênêzoelayê da got: Destwerdana bîyanîyan di karên welatan da ne durist e û pirsgirêkê kûrtir dike.

Mewlûd Çavûşoglu pêgirî kir ku Serokomarê Vênêzoelayê Nîkolas Madoro bi rêya hilbijartinan hatîye ser desthilatê û nabe bêrêzî li vîna gelê Vênêzoelayê bê kirin.