HDP li Îzmîrê piştgirî dide berbijarê CHP`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300854-hdp_li_Îzmîrê_piştgirî_dide_berbijarê_chp_ê
Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) aşkere kir ku di hilbijartinên şaredariyan de ew ê li Îzmîrê piştgirî bidin berbijarê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP).
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 01, 2019 13:57 Asia/Tehran
  • HDP li Îzmîrê piştgirî dide berbijarê CHP`ê

Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) aşkere kir ku di hilbijartinên şaredariyan de ew ê li Îzmîrê piştgirî bidin berbijarê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP).

Hevserokê Çiqa HDP`ê ya bajarê Îzmîrê, Kadir Baydur di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku ew dê piştgirî bidin berbijarê Şaredariya Îzmîrê yê CHP`ê Tunç Soyer û got: “Ez dikarim bêjim ku berbijarê herî nêzîkî xeta me ew e.”

Baydur di axavtina xwe de diyar kiriye ku di hilbijartinên herêmî yên 31`ê Adarê de ew dê piştgirî bidin berbijarê CHP`ê Tunç Soyer û got: “Di vê babetê de biryara me aşkera ye.”

Baydur daye zanîn ku wek HDP, wan di derbarê helwesta xwe ya li ser navçe û bajarokên Îzmîrê de heta niha biryarek wernegirtiye û wiha dom kir: “Em bi hêsanî dikarin bêjin berbijarê ku herî zêde ligel xeta me digunce Tunç Soyer e. Tunç Soyer, ne tenê ji alî me ve, lê ji aliyê hêzên demokratîk û kedkar ên Îzmîrê ve jî hatiye pesendkirin. Di vê bareyê de aliyan hem ji me hem ji Rêxistina Bajar a Îzmîrê ya CHP`ê û hem jî ji Navenda Giştî ya CHP`ê daxwaz kirin. Em ji vê yekê jî agahdar in. Em dê yek bi yek li bajarokan bigerin û di civînên bi gel re sedemên piştgirîya xwe ya ji Tunç Soner re aşkere bikin û bi vî awayî em dê bera girseya xwe bidin sandoqan.”

Hevserokê Çiqa HDP`ê ya bajarê Îzmîrê, di derbarê angaşta pêwendiyên wan ligel Rêxistina Bajarê Îzmîrê ya CHP`ê de jî hebûna pêwendiyan piştrast kir û got: “Bêguman pêwendiyên me ji niha pê ve jî dê berdewam bin. Çimku em dixwazin şêniyên vî bajarî, bajêr birêve bibin. Ji ber vê yekê em dixwazin hemû derdor û alî, di rêvebirina xwecihî de xwedî gotina xwe bin.”

Baydur destnîşan kir ku ji bilî CHP’ê wan bi Partiya Saadetê (SP) re jî hevdîtin pêk aniye û diyar kir ku ji bilî AKP`ê û Partîya Hereketa Netewperest (MHP), ew amade ne bi hemû partiyên opozisyonê re hevdîtinan bikin.