Şeş parlementerên HDPê ketin greva Birçîbûnê
Di 85emîn roja greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê, parlementera parlimana Tirkiyê ji Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) bi nîşana nerazîtiya li hemberî Tecrîda li ser Ebdullah Ocalan, rêberê zindanî yê PKKê, şeş kes ji parlementerên HDPê li parlimana Tirkiyê li Kongreya Civata Dêmokratîk a Tirkiyê ketine greva birçîbûnê.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Di roja 85an a greva Birçîbûnê ya Leyla Guvenê, Dêrsîm Dax, Salihe Aydenîz, Semra Gozel, Rizvan Tûran, Mûsa Farîs Oxlûlarî û Tolay Hatem Oxlûlarî hevrê digel Selcûq Mîzrakelî, berendamê HDPê li hilbijartina şaredariyan ji mezinbajarê Diyarbekirê, hevrê digel hinekêmn din ji siyasetvanên Kurd dest pê bûye ku greva birçîbûnê bib awayê 24 saetî her rojê 2 parlementerên HDPê bi nîşan apiştevaniya ji Leyla Guvenê heta serêxwegirtina xwestekên greva wê dê were domandin.
Leyla Guven, Parlementera HDPê ye ku ketiye greva Birçîbûnê û çend rojan berê li pey dayîna biryara azadiya wê, ew ji aliyê Baska 9ê ya Dadgeha Cezayî ya Diyarbekirê va ji zuindanê hat azadkirin.