Dewama girtina efserên Artêşa Tirkîyê bi tawana endametîya li Tevgera Gulen
Çile 31, 2019 12:09 Asia/Tehran
Dozgerîya Enqerê fermana girtina 63 efserên Artêşa vî welatî yên gumanbarê têkilîya bi Koma Gulen ra da.
Li gorî rapora malpera televîzyona TRT`ê, 48 kes ji wan kesan efserên Fermandetîya Çiqa Hewayî ya Artêşa Tirkîyê ne.
Hêzên Ewlehîyê yên Tirkîyê opêrasyona girtina kesên hanê destpê kirine.
Girtin û cezakirina welatîyên asayî û leşkerî bi tawana endametîya li Tevgera Gulen û desthebûna li derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li Tirkîyê bûye babet û karekî berbelav û asayî.
Dewleta AKP`ê heta niha bi dû derbeya serneketî zêde ji 130 hezar kesî têkildarî vê derbê ji kar derxistine.