Buldan: Em bi CHP`ê re ne hevpeyman, belkî hevkar in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300802-buldan_em_bi_chp_ê_re_ne_hevpeyman_belkî_hevkar_in
Hevseroka Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldanê radigihîne: Ew bi CHP`ê re hevpeyman nînin, lê hevkarîyê dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 31, 2019 07:06 Asia/Tehran
  • 
Buldan: Em bi CHP`ê re ne hevpeyman, belkî hevkar in

Hevseroka Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldanê radigihîne: Ew bi CHP`ê re hevpeyman nînin, lê hevkarîyê dikin.

Hevseroka Partîya Dêmokiratîk a Gelan Perwîn Buldanê ji rojnameya Habertûrkê re ragihand ku di hilbijartinên şaredariyan de ew dixwazin namzetên li dijî AKP`ê  bihêz bin. Ger namzetekî demokrat li dijî AKP`ê hebe, ew dê piştgiriya wî bikin. Ev ne tenê daxwaza wan di heman demê de daxwaza dengdêrên HDP`ê ye jî. Ji ber vê yekê ew dixwazin li dijî AKP`ê hêzên xwe bikin yek. Ew digel CHP`ê ne hevpeyman in belkî hevûdu digrin.

HDP`ê herweha xwestibû ligel CHP`ê hevpeymaniyê bike, lê ji alîyê CHP`ê ve bersivek neyênî wergirtibû. CHP`ê ligel IYI Partiyê Hevpeymaniya Hilbijartinê ava kiriye