Hevseroka HDP`ê: Em ê qeyyûman li sandiqên dengan defin bikin
Hevseroka Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) pêgirî kir ku serdema hikimdarîya zêhnîyeta qeyyûmtîyê bi dawî hatîye û dîyar kir: Em ê qeyyûman li binê sandiqên dengan defin bikin.
Li gorî rapora Rojnama Duvarê, Hevseroka Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan ku niha li Mêrdînê ye, li axatinekê bal kişand ser hilbijartinên şaredarîyan û got: Ji bo bidestxistina dubare ya şaredarîyan em çalakîyên xwe ji îro ve li Mêrdînê destpê dikin, Tişta ku ya gelê me ye em ê bistînin û careka din bidin gelê xwe. Ez careka din vê sozê didim. Şaredarîyên ku bi zêhnîyeta qeyyûmtîyê ser gel da girêdane, em ê careka din ser gel da vekin. Ji ber ku idî zêhnîyeta qeyyûmtîyê yê li vî warî hikmê xwe nehajo û em ê vê dewranê derbas bikin. Bawer bikin ku em ê hemî şaredarîyên metropol û bajarên ku bi sîstema kivşkirina qeyyûman zevt kirine, wekî hemî şaredarîyan bikin şaredarîyên gel. Bi hatina HDP`ê ya ser desthilatê, yê gel were ser desthilatê. Em ê qeyyûman li binê sandiqên dengan defin bikin.
Hevseroka HDP`ê Pervîn Buldanê herwiha ragihandina hilbijartinên şaredarîyan wekî meseleyekê ji bo mayîna netewî ya Tirkîyê rexne kir û got: Tenha meseleya girîng ji bo kesên hanê meseleya kursîyên wan e.
Wê herwiha got: "Eger heye em bo bajarên Enqere, Antalya, Urfa û Mêrsînê jî berbijêran destnîşan nekin." HDPê ragihandibû ku bo bajarên Stenbol, Izmir û Edenê jî berbijêran diyar nake.
Pervin Buldanê got: "Ya me ne tifaq e, yekîtiya hêzê ye. Ji bo em hêzê bidin wan berbijêrên ku bo me ne pirsgirêk in em vê rêyê didin pêşiya xwe. Em dixwazin berbijêrên li hemberî AKP`ê bihêz bin. Eva tiştek e ku alîgir û dengderên me dixwazin."