Stratejiya HDPê ya ji bo hilbijartinên şaredariyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300754-stratejiya_hdpê_ya_ji_bo_hilbijartinên_şaredariyan
Partiya Demoktratîk a Gelan (HDP) stratejiya xwe ya ji bo bajarên Tirkiye eşkere kir. Piştî rêzecivîn û nîqaşên dûvdirêj HDP biryar da ku ji bo hilbijartinên herêmî li 7 bajarên mezin û gelek navçeyan ti namzedan nîşan nede.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Çile 29, 2019 15:33 Asia/Tehran
  • Stratejiya HDPê ya ji bo hilbijartinên şaredariyan

Partiya Demoktratîk a Gelan (HDP) stratejiya xwe ya ji bo bajarên Tirkiye eşkere kir. Piştî rêzecivîn û nîqaşên dûvdirêj HDP biryar da ku ji bo hilbijartinên herêmî li 7 bajarên mezin û gelek navçeyan ti namzedan nîşan nede.

Biryara HDP weke piştgiriya ne rasterast digel bereya CHP û ÎYÎ Partî tê nirxandin. Ji ber ku Stenbol û Enqere jî di nav de, li wan bajaran encama hilbijartinan dengê Kurdan diyar dikin. Lê tişta balkêş ew e ku HDP li Dîlok û Rihayê jî ti namzedan nîşan nade.

Li navenda HDPê civîn li ser civînan têne lidarxistin. Beriya hilbijartinên 31ê Adarê, him desthilat û him jî opozisyon di meraqa stratejiya HDPê de ye ku ew ji bo bajarên Tirkiye diyar dikin.

Di dawiya nîqaş û wan rêzecivînan de biryar hat dayîn ku HDP li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Riha û Dîlokê tu namzetan nîşan nede. Lê li van hemû bajaran jî encama hilbijartinan, dengê kurdan diyar dike.

Derbarê vê mijarê de Berdevkê HDPê Sarûhan Olûç wiha got: “Li wan herdû bajarên Dîlok û Rihayê îdiaya me heye. Xebatên me bo wan herdû bajaran berdewam dikin. Ew daxuyaniya ku hatiye kirin ne dawîn biryar e. Piştî ku xebatên me qediyan em dê ji bo wan herdû bajaran biryara dawîn bidin. Lê him li navçeyan û him jî di meclîsên şaredariyan de em dixwazin bi hêztirbin. Xebat beredwam in.”