HDP û AKP civîyane
Rojnameyeka çapa Tirkîyê aşkira kir ku Partiya Demokratîk a Gelan HDP û Hikûmeta Tirkiyê piştî demek dirêj civîyan.
Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî ku kesek nêzikê hikûmeta Tirkiyê ye, dibêje ku di navbera HDP û Hikûmeta Tirkiyê de piştî demek dirêj hevdîtin pêk hatîye.
Li gorî vê raporê, Hevseroka HDP`ê Perwîn Buldan û Parlementerê heman partiyê Mîthat Sancar serdana Serokê Fraksiyona AKP`ê Nacî Bostanci kirine. Serokê Fraksiyona AKP`ê jî, ji bo nermbûna zimanê siyasetê girîngî daye serdana Perwîn Buldanê.
Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî serdana HDP`ê girîng dibîne. Li gor wî HDP piştî ku biryar daye li bajarên mezin ên Tirkiyê beşdarê hilbijartinan nabe, serdana AKP`ê kiriye.
Perwîn Buldan jî hevdîtinê piştrast dike, lê amajeya nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî red dike.
Buldan dibêje ew digel Nacî Bostanci têkildarî zext û zordariyên li ser HDP`ê û ewlekariya pêvajoya hilbijartinê axifîne û daxwaz kirine ku operasyon û zextên dijî HDP`ê bi dawî werin. Dema hevdîtinê tesadûf e û ew di derbarê hilbijartinê de li dijî AKP`ê zelal in. Di hevdîtinê de ji xeynî van mijaran wan ser tişteke din qise nekirîye.
HDP ragihandibû ku ew ji bo şaredariya 3 bajarên Tirkiyê yên wekî Stenbol, Edene û Îzmîrê ku li van bajaran xwedî sedan hezar deng e namzetan diyar nake.
Medyaya nêzikê AKP`ê jî nerazîbûneka tûnd li dijî vê biryara HDP`ê nîşan dabû û ragihandibû ku di navbera HDP û CHP`ê de rêkeftineke nehênî heye.