Êrişa ser nivîsgeha partiya Komarîxwaza Gel a Tirkiyê li Stembolê
Çile 29, 2019 12:51 Asia/Tehran
Li encama êrişa kesên nenas ser nivîsgeha partiya Komarîxwaz a gel li Stembolê, çend kes ji rayedarên vê partiyê bi giranî birîndar bûn.
Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Tesnîm`ê, li encama êrişa şeva buhurî ya kesên nenas ser nivîsgeha partiya Komarîxwaz a gel ( CHP) li bajarê Eyûb Sultanê li parêzgeha Stembolê, sê kes birîndar bûn.
Li vê êrişê gelek xisar li kel û mel û îmakanta nivîsgeha partiyê jî ket.
Partiya Komarîxwaz a Gel, partiya herî kevnar a siyasî li Tirkiyê û partiya herî sereke ya dijberê dewleta vî welatî bi serokatiya Receb Teyib Erdogan e.
Ev partiya li sala 1923`an ji aliyê Mustefa Kemal Ataturk, rêberê komara nû a Tirkiyê hat damezrandin.