CHPê berendamê xwe li Izmîrê da nasandin
Çile 28, 2019 09:54 Asia/Tehran
Tunc Sûper ji Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) va wek berendamê hilbijartina 31ê Adara 2019an jibo şaredariya Izmîrê hat nasandin.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkiyê roja bihurî berendamê xwe jibo navenda herî mezin û girîng a komarxwazên Tirkiyê yanî bajarê Izmîrê da nadsandin.
Tunc Sûper wê digel Nîhad Zîbekçî siyasetvanê nasyarê ê Tirkiyê wek berendamê Hevpeymaniya Partiya dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Hereketa Neteweyî (MHP) bikeve rikeberiyê.