Leyla Guven: Ez canê xwe wek berdêlê didim
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i300693-leyla_guven_ez_canê_xwe_wek_berdêlê_didim
Leyla Guven, Parlementera zindanî ya Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) di 8eemîn roja greva xwe ya birçîbûnê bi daxûyaniyekê tevî amajeya bi dewama greva xwe ya birçîbûnê, got: Eger dewlet berdêlê dixwaze, ez weka Jineka Kurd amade me ku vê berdêlê bidim.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2019 07:24 Asia/Tehran
  • Leyla Guven: Ez canê xwe wek berdêlê didim

Leyla Guven, Parlementera zindanî ya Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) di 8eemîn roja greva xwe ya birçîbûnê bi daxûyaniyekê tevî amajeya bi dewama greva xwe ya birçîbûnê, got: Eger dewlet berdêlê dixwaze, ez weka Jineka Kurd amade me ku vê berdêlê bidim.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Leyla Guvenê bi daxûyaniyekê tevî amajeya bi greva nasyar bi "Rojiya Mirinê" di zindana hejmara 5 a Diyarbekirê ku di serdema darbeya sala 1982ê ji 14ê Tîrmehê va ji aliyê siyasetvanên zindanî li vê zindanê dest pê bûbû, nivîsî: Ez bi hişmedniya 14ê Tîrmehê li ber xwe didim. Ev 81 roj in ku ez vî karî didomînim.

Leyla Guven, parlementera Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) ye ku ketiye greva birçîbûnê û çend rojan beriya niha li pey dayîna biryara azadiya wê ji aliyê Baska 9 ya Dadgeha Cezayî ya Diyarbekirê, ji zindanê hat azadkirin.